Kurdiska

Rêya ber bi malê ve – kirîna xanîyî li Swêdê

Piranîya caran kirîan xanîyî yan firotina wî bazarê jiyanê yê herî mezin e û mimkin e fehmkirina hemû qismên vê proseyê zehmet be. Li vê derê em dixwazin rêyê li ber te hêsan bikin ku tu bi diurstî di nav bazarê xanîyan yê Swêdê da bigerî û ji te re îmkanên bazarekê xanîyî ya emîn û ewle peyda bikin.

Îmkanên me hene jî ku em têkilîyê bi rêya tercimanekî bikin yê ku di gavên giring yên bazarê te yê xanîyî de dikare alîkar be. Kerem bike û bi ofîseka me re têkilîyê bike.

Li bin sernivîsên jêrê de em wêneyekê wesifker yê bazarê xanîyan yê Swêdê didin û îzah dikin ka proseya bazarê xanîyî çawa ye.

Awayên akincîbûn û sekenê li Swêdê

Rola sîmsarîyê/delalîyê

Hazirîyên pêş xanîkirînê

Xanînîşandan

Lêkolîn û kontrolkirin

Pêşniyazkirina bihayî

Peyman

Dema di navbera peyman û xanîwergitinê de

Roja xanîwergirtinê

Çi daxilî xanîyî ye?

Dîsa jî heger tiştek şaş be

Şeş pêşniyazên bilez di rêya – malê de!

• Wêneyekê baş yê bazarê xanîyan û ast û sewiyeyên bihayê wan di serê xwe ava bike – Li statistîk û îlanên xanîyan yên bo nimûne Hemnet.se, Maklarstatistik.se yan malperên taybetî yên ofîsên sîmsaran binêre.

• Sozeka deynî ya nivîskî peyda bike – Derbarê fînansekirina xanîyî û qaîdeyên girêdayî wê li Swêdê digel gelek bankan qise bike.


• Here nîşandanên gelek xanîyan – Serdana cihên akincîbûnê yên cuda bike û here gelek nîşandanan da fikirek di serê da ava bibe ka tu dixwazî li kûderê akincî bibî û ji bo mala xwe ya paşerojê li kîjan pîvanan digerî.


• Bila di bîra te de be ku pêşniyazkirina bihayî ne îlzam e û heta ku mişterî û xanîfiroş peymanê îmze nekin ti tişt temam nabe.


• Gelek pirsan ji sîmsarî bike û zanîna wan bi kar bîne – Li Swêdê xanîfiroş milkê xwe dispêre sîmsarî lê divê sîmsar temsîla hezên mişterîyî jî bike.


• Ji bîr neke ku bi hûrî li xanîyî binêrî – Li Swêdê erka hûrlênêrînê ya mişterîyî mezin e. Bi hûrî û kûrî li xanîyê ku tu dixwazî bikirî binêre û heger hewce be wî karî bispêre kontrolkerekî. Heger niyeta te hebe ku tu xanîyekê xwedî mafê bikaranînê bikirî, giring e ku tu li aborîya komeleyê jî binêrî.